Qamişlo.. 4 endamên asayişê di êrîşeke Tirkiyeyê de hatin kuştin û birîndarkirin

.

 Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) ragihand, droneke Tirkiyeyê otomobîlek hêzên wan li ser rêya Qamişlo û Hesekê bombebarab kir û di encamê de endamekî wan hat kuştin û 3 endamên din jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de ragihand, droneke Tirkiyeyê îro 24ê Çileyê otomobîleke ji cureya (VAN) li ser rêya navdewletî ya Qamişlo – Hesekê kir armanc, di encamê de endamekî wan hat kuştin û 3 endamên din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, armanca sereke Tirkiyeyê ji armanckirina hêzên asayişê ew e ku ewlehî û aramiya gel û herêmê têk biçe û astengî li pêş karê hêzên asayişê bên derxistin.

Qamişlo.. 4 endamên asayişê di êrîşeke Tirkiyeyê de hatin kuştin û birîndarkirin. Rêveberiya Xweser jî di daxuyaniyekê de ragihandibû, Tirkiyeyê ji destpêka salê û heta 15ê mehê ve, 73 caran êrîş pêk anîne û bi giranî navendên xizmetkariyê û westgehên enerjiyê hatine bombebarankirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle