PZK dê panela ‘Zimanê Kurdî û Makezagona Nû’ li dar bixe

Platforma Zimanê Kurdî ji bo balê bikişîne ser rewşa nefermîkirina zimanê Kurdî, dê panela bi navê “Zimanê Kurdî û Makezagona Nû” di 14ê Kanûnê de li dar bixe.

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ji bo balê bikişîne ser rewşa zimanê Kurdî û qanûna bingehîn a nû, panela “Zimanê Kurdî û Makezagona Nû” li dar dixe. PZK dê roja 14ê Kanûnê saet di 12.00an de li eywana Çand Amedê panelê li dar bixe.

Moderatoriya panelê dê Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî bike û Parlamentera DEM Partiyê û derûnnas Bêrîtan Guneş, nivîskar-zimanzan Malmisanij û hiqûqzan Mehmet Emîn Aktar jî dê wek axêver beşdar bibin.

Platformê ji bo banga beşdariya panelê li navenda Amedê li gelek bîlboardan afîş dan daliqandin.

Tê payîn ku axivêr di panelê de li ser rewşa qedexekirin, astengî û nefermîkirina zimanê Kurdî axaftin û gotûbêjê bikin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle