PZK-BATMAN, serlêdana Sendîqaya PETROL-İŞê kir

.

PZK (Platforma Zimanê Kurdî )Ya Şaxa Batmanê PZK-Batmanê,  bi şandeke girseyî  di 01.11.2021 , demjimêr 13.30 an de ziyareta  Sendîqa PETROL-İŞ ê  ya Batmanê kir.

Heyet ji alî Serokê Petrol-İşê  Rêzdar Veysel KARTAL û rêveberîya wî bi germî hat pêşwazîkirin.

Berdevkê PZK  Devran Yıldız, Platforma Zimanê Kurdî PZKê da nasîn û got ku; "Ev sê sale ku ji alîyê Sîyasetmedar, dezgehên sivîl, rewşenbîr, akademîsyen, zimanzan û kesayetîyan ve bi armanca ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê, ava bu ye.


PZK-Batman jî, bi heman armancê, dibin sîwana  PZK Navendî de, eva demeke ava bûye. Mebesta zîyareta me ku wek Batman Petrol-İş, ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermi di rojeva we de be û hûn bibin şirîkê vî karî. Herwiha, hûn pişgirîya kempanya ya îmzayê bikin. Daxwaza me,  di vê xebatê de bi pêşnîyarên xwe û di nav xebatên xwe de her tim tekildar bin ."


Serokê Petrol -İş ê  Veysel Kartalî bi vê zîyaretê kêfxweşîya xwe anî ziman û got:
"Ev xwestinê we mafekî rewaye, mafekî mirovahîyê ye û daxwaza meye. Ev daxwazên PZK her tim ewê di rojeva me de be. Karê bikeve ser me, emê bi were bin. Herwiha ji bo zimanê kurdî emê di nav  sendîqa xwe de di nav tevgerê de bin. Emê xwe di vê xebatê  de bi berpisyarî kar bikin".
Zîyaret bi sohbetek têr û tije û dilrehetî bi dawî bû.


Platforma Zimanê Kurdî Ya Şaxa Batmanê/ PZK-Batman

01.11.2021

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin