PZK-BATMAN SERLÊDANA  ROJNAMEYA MEDYA YA BATMANÊ  KIR 

.

PZK (Platforma Zimanê Kurdî )Ya Şaxa Batmanê  ji pêkhateyên PZK-Batmanê  bi şandeke   03.11.2021 , demjimêr 13.00 an de ziyareta  Rojnameya MEDYA yê  ya Batmanê kir. Heyet ji alî Edîtorê Rojnaömeyê Rêzdar Mustafa Seven  ve bi germahî hat pêşwazîkirin.


 Berdevka PZK- Batmanê Rêzdar Elif Kıvırcık,PZK-Platforma Zimanê Kurdî da nasîn û got ;
 "Ev sê salê ku ji alî Sîyasetmedar,dezgehên sivîl,revşenbîr,akademîsyen zimanzan û kesayetîyan ve bi armanca ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê,ava bu ye.


PZK-Batman jî bi heman armancê dibin sîwana  PZK Navend de ,di nêz de ava bu.Mebesta zîyareta me ku wek Rojnameya MEDYA yê,ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermi û perwerdehîyê di rojeva we de bê.Her wuha hun pişgirîya kempanya ya îmzeyê bikin.Daxwaza me   di vê xebatê de bi pêşnîyarên xwe û di nav xebatên xwe di çavderîya vî karî bibin.


Edîtorê Rojnameya MEDYA yê Rêzdar Mustafa Seven  bi vê zîyaretê sipasîya xwe kir û kêfxweşîya xwe anî ziman û got: "Ev xwestinê we mafekî rewayê ,mafekî mirovahîyê ye  .Ev daxwazên PZK her tim ew ê di rojeva me de be û em ê we bi şopînin.Ji bo vî karî em we pîroz dikin."


Zîyaret bi sohbetek têr û tije û serkeftî bi dawî bu.

03.11.2021

PZK-Batman (Platforma Zimanê Kurdî Ya Şaxa Batmanê)

Bo lînka  îmzê bitikîne

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin