PZK-BATMAN SERLÊDANA ODEYA MÎMAR Û ENDEZYARAN KIR

.

Platforma Zimanê Kurdî Ya Şaxa Batmanê-PZK Batman, şandeke ji pêkhateyên PZK-Batmanê bi girseyî  di 05.11.2021, demjimêr  17.00 an de ziyareta  Odeya Mîmar û Endezyarên ya Batmanê kir. Heyet ji alî Serokê Odeyê Rêzdar Ahmet Bülent TEKİK û rêveberîya wê bi germahî hat pêşwazîkirin.


Berdevka PZK  Elif Kıvırcık, Platforma Zimanê Kurdî-PZKê  da nasîn û got ku; "Ev sê sale ku ji alîyê Sîyasetmedar, dezgehên sivîl, rewşenbîr, akademîsyen, zimanzan û kesayetîyan ve bi armanca ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê, ava bû ye.


PZK-Batman jî, bi heman armancê dibin sîwana  navenda PZK de, di nêz de ava bu. Mebesta zîyareta me li Odeya we, ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermi di rojeva we de be û hûn bibin şirîkê vî karî. Herwiha, hûn pişgirîya kampanya ya îmzeyê bikin. Daxwaza me  di vê xebatê de bi pêşnîyarên xwe û di nav xebatên xwe de hûn bibin şirîkê vî karî û em her tim di nav peywendîyê de bin ."


Serokê Odeyê Rêzdar Ahmet Bülent TEKİK bi vê zîyaretê kêfxweşîya xwe anî ziman û got:
"Ev xwestinê we mafekî rewayê, mafekî mirovahîyê ye û daxwaza me bi tevahîye. Ev daxwazên PZK her tim ew ê di rojeva me de be.Karê bikeve ser me em ê bi were bin,şirîkê karê we bin.Her wiha ji bo zimanê kurdî em ê di nav  Oda  xwe de, di nav tevgerekê de bin. Emê xwe di ve xebatê  de bi berpisyarî bibînin û kar bikin. Di vî karê pîroz de em hertim tekildar bin. Ji bo kampanya  îmzeyê jî, ku Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê  û geş bibe. Çi ji destê me were emê bikin."


Zîyaret bi sohbetek zimanxweş têr û tijî û serkeftî bi dawî bû.


Platforma Zimanê Kurdî Ya Şaxa Batmanê/PZK-Batman
 

05.11.2021

Rûpela Nû/Batman

Kurdistan Haberleri

Cano Amedî: Em naxwazin Kurd bên xapandin
Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ji sedî 70yê baregehên xwe vala kirine
Husên Qaidî: Me 1090 Êzidiyên rizgarkirî ji bo çareseriyê şandin Almanyayê
Kî zarokan bîne dê deynên wan werin efûkirin
Şêxê Durziyan: Kurd li Sûriyê 10 milyon in, em federaliyê dixwazin