PYDê bersiva tometên ENKSê da

.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bersiva tometên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) da û wê bi dijayetiya gel tometbar dike û daxwazê jê dike ku helwesta xwe li dijî Tirkiyê ragihîne.

Di daxuyaniyekê de, Encûmena Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), êrîşên Tirkiyê şermezar dike û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê bi wê yekê tometbar dike û dibêje: “Li şûna ku ENKSê li dijî siyaseta qirkirinê ya Tirkiyê raweste, partiya me bi şewitandina nivîsgehên xwe tometbar dike. Ev yek asta hevkariya wê bi dijminên gelê me re xuya dike ku êdî heman zimanê dijmin bi kar tîne û heman tevgerê nîşan dide.”

PYD herwiha ENKSê rexne dike ku “li hemberî êrişên Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê bêdeng maye” û dibêje: “ENKSê ku heta niha li dijî dagirkeriya Tirk ku gelek herêmên Sûriyê dagir kirine, tu daxuyanî nedaye û hîna girêdayî Îtîlafê ye, gelek şerm e ku êrişî partiyeke ku şoreşekê bi rêve dibe û bi hezaran şehîd dane, bike. Li şûna ku sekreteriya giştî ya ENKSê ragihîne ku piştigiriya siyasetên dijminane yên li dijî gelê Kurd dike, diviyabû li rex gelê xwe bisekine û bertekên nîştimanî nîşan bide”

Di daxuyaniya xwe de, PYDê piştgiriya xwe ji gerîlayên PKKê re tekez kir û got: “Ev êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê êrişên li dijî hebûn û nasnameya me ye, divê em bi vîneke ji pola li hember van êrişan bisekinin. Em bang li hêzên siyasî yên Kurdistanê dikin ku helwesteke cidî li hember kesên bi çarenûs û pêşeroja gelê me dilîzin û bazaran dike nîşan bidin.”

Di 19ê Nîsanê de Ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye ya li bajarê Hesekê hatibû şewitandin. Şevek beriya wê di 18ê Nîsana 2022an du ofîsên din ên ser bi ENKSê û partiyên wê ve li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hatibûn şewitandin; Yek ji wan, Ofîsa Encûmena Xwecihî ya ENKSê û ya din Ofîsa PDK-Sê ya li bajarê bû.

Herwiha heta niha ti kesek ji ber êrişa ser ofîsên ser bi ENKSê ve û şewitandina wan nehatiye desteserkirin.

ENKSê di daxuyaniyekê de berpirsyariya êrişan xistiye stuyê Psrtiya Yekîtiya Demokratîk (PYD). Berpirsên ENKSê dibêjin, rêxistina bi navê Ciwanên Şoreşger a ser bi PYDê ve berpirsyarê wan êrişan e.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî