Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê, roja 17.12.2025ê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, xwestin li ber derîyê avahîya partîyê daxuyanîyeke çapemenîyê bidin. Lê belê polîsên Emnîyeta Qoserê, êrîş biribûn ser endamên PWKyê, xwestibûn Alaya Kurdistanê ji destê wan bistînin.
Rêvebir û endamên PWKyê û welatperwerên ku beşdarî civîna çapemenîye bibûn, Alayên Kurdistanê teslîmî polîsan nekiribûn û daxuyanîya xwe dabûn.
Lê belê, Dozgerîya Cimhûrîyetê ya Qoserê, ji ber vê çalakîyê di derbarê 11 rêvebir, endam û dostên PWKyê de bi îdîaya ''Girtin û asteng kirina rêyan'' doz vekir.
Rûniştina yekem ya vê dozê, roja 15.09.2026ê, li Dadgeha Navçeya Qoserê ya Mêrdînê birêveçû.
Li gel Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk û rêvebir û endamên PWKyê yên ji Mêrdîn, Amed, Batman û Wêranşarê hatibûn, Berpirsê PÊLKURDê Fûad Onen li gel heyeteke PÊLKURDê, nûnerên PDK-BAKUR û PSKyê û gelek sîyasetmedarên kurd beşdarî vê dadgehê bûn.
Sebahattîn Korkmaz, Şeyhmûs Ulek, Sıdkı Zilan, Mûrat Aba û Nûrettîn Kiliç wek parêzer beşdarbûn..
10 rêvebir, endam û dostên PWKyê yek bi yek bi kurdî parastina xwe kirin. Endamekî PWKyê ji ber ku ne li Qoserê bû, beşdarî dadgehê nebû.
PWKyîyan û dostên PWKyê bi kurdî parastina xwe kirin, îdîayên dozgerî yên ku digot PWKyîyan trafîk girtîye red kirin û gotin ‘’Me trafik negirtîye, me li dor û berê tu texrîbat çênekirîye, me zerar nedaye tu kesî. Yên ku êrîş kirin û tevlihevî çêkirine polîs bi xwe ne. Partîyeke sîyasî, ne mecbûre ku ji bo daxuyanîya çapemenî îznê werbigre’’.
Di berdewamîya parastina xwe de PWKyîyan û dostên PWKyê yên ku beşdarî çalakîyê bibûn, Alaya Kurdistanê wek alaya neteweyî ya hemû kuristanîyan pênase kirin, Roja Alaya Kurdistanê wek rojeke neteweyî pênase kirin û çalakîya xwe parastin. PWKyîyan gotin sebebe vê dozê, dijateyî û dijminatîya li himberî Alaya Kurdistanê ye.
Parêzerên PWKyîyan ji bi alîyê qanûnî, hiqûqî îdîayên dozgerî red û pûç kirin.
Di tûtanaxa polîsên Qoserê de ji bo Alaya Kurdistanê gotina ‘’Sozde Kurdistan Bayrağı-Qaşo Alaya Kurdistanê’’ hatibû bikar anîn. Parêzeran gotin ‘’Ev gotin gotineke nîjadperestî ye. Polîsan bi vê gotinê heqaret li miletê Kurd û kurdistanîyan kirine û ev sucekî mirovahîyê, sucekî hiqûqî ye’’.
Parêzeran, gotin ‘’Ji gotinên polîsan yên nişana dijayetîya Alaya Kurdistanê ne jî dîyar dibe ku , ev doz di eslê xwe de berhema bêhetamulî û dijminatîya Alaya Kurdistanê û nirxên neteweyî yên kurdan e’’.
Parêzeran balkişandin ser wê yekê ku ev doz herweha nişana cotstandertîyeyê jî. Li Qoserê gelek meş, çalakî hatine kirin ku polîsen Qoserê qet midaxale nekirine.
Parêzeran û PWKyîyan, di eslê xwe de parastin nekirin; dadgeha ku bi hestên dijayetîya Alaya Kurdistanê ev doz vekirine darizandin.
PWKyîyan tirkîya parastina xwe jî bi nivîskî pêşkêşî dadgehê kirin.
Dadgehê ji bo rûniştina duyem a dadgehê roja 23.12.2026 dîyar kirin.
Parastina ku PWKyîyan bi kurdî kirin jî li xwarê ye
‘’ Dadwerê Rêzdar
Ez îdîayên ku ji aliyê meqamê îdîayê ve li min hatine kirin red dikim.
Di 17ê Kanûna Paşîn a 2025an de, li ber avahîya ku teşkîlata partîya me ya Mêrdînê jî tê de ye, li ser navê partiya xwe me daxuyanîyeke çapemenîyê da.
Daxuyanîya çapemenîyê yek ji mafên me yên herî yasayî ye.
Di dema daxuyanîya çapemenîyê de me bi tu awayî helwestek ku trafîkê bigre an jî zirarê bide dikan, cîhên kar û kesan nîşan neda. Hîna ku daxuyanîya çapemenîyê dest pê nekiribû, hêzên ewlehiyê hewl dan ku ala û pankartên di destê me de ne ji me bistînin û rê li ber daxuyanîya me bigirin. Bi rastî, hêzên ewlehiyê bi van êrîşên xwe bûn sedema acizî û nerehetîyê li derdorê.
Roja 17ê Çileya Pêşîn, ji alîyê hemû kurdên cîhanê ve wekî "Roja Alaya Kurdistanê" tê pîrozkirin. Alaya Kurdistanê zêdetirî 100 sal in ku ji alîyê hemû gelê Kurdistanê ve wekî sembol û alaya neteweyî tê qebûlkirin. Îro jî em vê alayê wekî alaya neteweyî ya hevpar a gelê Kurdistanê dibînin.
Her weha, Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Îraqê di 19ê hezîrana 2009an de bi biryarekê roja 17ê Çileya Pêşîn wekî Roja Alaya Kurdistanê qebûl kirîye. Wate ev alaya, Alaya Kurdistanê, alaya fermî ya Herêma Kurdistanê ye jî. Herêma Kurdistanê û Alaya Kurdistanê, ji aliyê hemû dewletên cîhanê ve – Dewleta Federe ya Îraqê û Komara Tirkiyeyê jî di nav de – bi awayekî fermî û hiqûqî tê nasîn.
Tevî Serokkomar, hemû rayedarên Komara Tirkîyeyê di hevdîtinên fermî yên bi rayedarên Rêveberiya Herêma Kurdistanê re de, li tenişta Alaya Komara Tirkiyeyê, Alaya Kurdistanê jî di protokolên fermî de cih girtîye.
Derbarê vê yekê de, gelek biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê (AYM) hene ku hilgirtina Alaya Kurdistanê, ecibandin û parvekirina wê li ser platformên medyaya civakî ne qedexe ye û nabe ku tu cezayek li ser vê yekê bête birîn.
Em di wê baweriyê de ne ku ev doza kul i ser daxwaza dozger hatiye vekirin, di eslê xwe de encama bêtehamuliya li himberî Alaya Kurdistanê ye.
Wekî encam, ez îdîaya meqamê îdîayê ya ku dibêje me trafîk girtîye red dikim û daxwaza beraeta xwe dikim’’.
15.09.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
.