PWKYÊ LI STOCKHOLMÊ ŞEV Û AHENGA NEWROZÊ LI DAR XIST!

.

Şeva 22.03.2025ê li paytextê Swêdê, li Stockholmê şeva pîrozkirina Newrozê ji alîyê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK Nûnertîya Swêdê) ve hate li darxistin. Şev û aheng bi beşdarîyek girseyî û coşeke mezin hate pîroz kirin.

Şev bi rêzgirtina pakrewanên Kurdistanê destpêkir û bi spîkerîya endama Meclîsa Partîyê ya PWKyê Roza Kurd ve hate birêvebirin.  
Axaftina pêşî weke tradisyona PWKyê bi zazakî / dimilkî ji alîyê Selîm Uzun ve hate pêşkêşkirin. 
Axaftina li ser navê PWK Nûnertîya Swêdê ji alîyê Tahsîn Aslan û mesaja Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê Mustefa Ozçelîk jî ji alîyê Zinar Soran ve hate xwendin.
Nûnerên gelek partî, rêxistin, dezgehan û kesayetên naskirî beşdarî şevê bûn; gelek partî, rêxistin û dezgehan jî bi mesajên xwe yên pîrozbahîyê piştgirîya vê ahengê kirin. Şev bi muzîka kurdî, stranên gelerî û govendeke xweş û geş berdewam kir.

Bi hêvîya newroza îsal ji bo miletê Kurd û kurdistanîyan bibe berbanga azadî, demokrasî û aramîyê, em carek din Newroza miletê Kurd û kurdistanîyan pîroz dikin.

23.03.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc
Îranê hişyarî da Herêma Kurdistanê