PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî

.

PWKyê bi minasebeta 3yemîn salvegera wefata wî, welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen, li ser mezelê wî bibîranî.

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), yên ji Amed, Batman, Mêrdîn, Hezo, Stenbol, Hollanda, Swêdê, roja 30.04.2024ê, li Kercewsê, li ser mezelê wî, welatperwerê kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, damezranêrê PWKyê Feyyaz Ekmen, li gel malbata wî bibîranîn.

Heyeta PWKyê Alaya Kurdistanê danîn ser mezelê Feyyaz Ekmenî û mezelê wî bi gulan xemilandin.

Hevjîna kek Feyyaz Ekmen, Mehtap Ekmen xanê di destpêkê de axaftinek kir û ji ber vê bîranînê spasîya PWKyê kir.

Paşê, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, li ser mezelî, di derbarê jîyan, têkoşîn û keda Feyyaz Ekmen ya di doza azadîya Kurdistanê û di xebata PWKyê de axaftinek kir.

Helbestvanê kurd Şêxmûs Hemo jî helbesteke Cîgerxwîn xwend.

Beşdarên bibîranînê li ser mezelî fatîha xwendin û çalakîya bibîranînê bidawî anîn.

30.04.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin