PWKyê li Amedê piştgirî da çalakîya Platforma Ciwanên Serbixwe

.

Nûnerên Platforma Ciwanên Serbixwe roja 05.11.2023yê, li Amedê, li Qada Şêx Seîd, ‘’Sonda Jîyana Bi Kurdî’’ xwarin.

Cîhgirên Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay, Vahît Aba û gelek rêvebir û endamên PWKyê, Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û rêvebirên HAK-PARê, gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ên wek Sebahattîn Korkmaz, Ahmed Kanî, Sitki Zîlan jî  ji bo piştgirîyê beşdarî çalakîya Platforma Ciwanên Serbixwe bûn.

Nûnerên Platforma Ciwanên Serbixwe bi herdu zaravayên kurdî (kurmancî, kirmnackî/zazakî) sond xwarin da ku ji îro pê ve dê li Kurdistanê, di her warên jîyanê bi kurdî biaxivin.

Çalakîya Platforma Ciwanên Serbixwe baldar û berhemdar bû.

Platforma Ciwanên Serbixwe, di demên pêş de her carê dê li bajarekî Kurdistanê vê çalakîya xwe berdewam bikin.


05.11.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle