PWKyê Li Amedê Ji Bo Roja Zimanê Kurdî Semînerek Li Dar Xist

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta Roja Zimanê Kurdî, roja 15.05.2025ê, li Amedê semînerek li dar xist.

Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran moderatorîya semînerê birêvebir.

Di destpêkê de Hanîfî Tûran bixêrhatina beşdaran kir û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin. Hanîfî Tûran di derbarê Roja Zimanê Kurdî de kurte axaftinek kir.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay daxuyanîya PWKyê ya di derbarê Roja Zimanê Kurdî de xwend û paşê di derbarê Kovara Hawarê, rola Bedirxanîyan û di hûnandina heykelê miletbûnê de girîngîya zimanê kurdî de semînerek da.

Li gel rêvebir û endamên PWKyê, Serokê ŞIVÎDERê Azîz Ozalp û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî semînerê bûn.

Piştî semînera M.Can Azbay, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd îbrahîm Guçlu, Şêxmûs Dîp, Osman Karavîl, Mehmet Ekîncî, Ferhat Boskan jî di derbarê girîngîya lêxwedîderketina zimanê kurdî û têkoşîna ji bo fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî de bîr û reayên xwe anîn zimên.

Semîer bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

15.05.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin