PWKyê Li Amedê Bi Semînerekê Şêx Seîd û Hevalên Wî Bibîranî

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 29.06.2025ê, li Amêdê bi minasebeta 100 salîya darve kirina rêberê milî û dînî yê miletê Kurd, Şêx Seîd, û 46 hevalên wî semînerek li dar xist. 

Di destpêka semînerê de, ji bo Şêx Seîd û hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Peşê Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay di derbarê şerdên navxweyî, herêmî û navneteweyî yê ku tevgera milî ya bi serokatîya Şêx Seîd de destpêbû de agahdarî da û di derbarê girîngîya Şêx Seîd û rêberên milî yên kurd de bîr û rayên PWKyê anî zimên. 

M Can Azbay axaftina xwe weha bi  dawî anî:

"Dewleta Tirkîyeyê Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza û hevalên wan darvekirin û bi dehhezaran kurd qetil kirin. Piştî qetil kirina wan jî,  ev sed sale bi awayên cuda cuda êrîşên ne mirovane dibin ser kesayeta wan. Dixwazin wan biçûk bixin, heqaret li wan bikin. 

Em başdizanin ku tu êrîş û heqaret nikarin rê li ber hişmendîya netewî bigre. Wê rêberên me yên milî di dilê nevîyên xwe de bijîn,  wê her dem bîr û bawerî û kesayeta wan rêya  têkoşîna azadîya Kurdistanê rohnî bike.

Îro jî hem Dewleta Tirkîyeyê û hinek partîyên wan ên nîjadperest û şowen her heqaretê li rêbrên me dikin. Lê belê em dibînin ku hinek sîyasetmedarên kurd jî heqaretan li rêberên me yên milî Şêx Seîd, Seyîd Riza û yên din dikin, dixwazin wan bêîtîbar bikin. 

Em cardin bi dengekî berz dibêjin heqaretên ku li rêberên me yên milî tê kirin red dikin, şermezar dikin. Em bi serbilindî dibêjin  rêberên me yên milî rûmeta me ne, em berdewamîya doz û têkoşîna  wan in".

Piştî axaftina M.Can Azbay,
Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran di derbarê Tevgera Milî ya 1925ê û rola Şêx Seîd, Rêxistina Azadîyê de agahdarîyên berfireh da û gotina xwe weha bidawî anî:

"Îro em, weke nevîyên Şêx Seîdê kal  wasîyeta wî bicîh tînin.

Emê her li ser rêya wî û rêberên me yên neteweyî bimeşin. 

Tu şika me jê tuneye ku dê rojekê her çar perçeyên Kurdistanê jî azadî û serxwebûna xwe bidest bixe û dê gelê me vê mizgînîyê bide hemû şehîdên me".

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, rêvebir û endamên PWKyê, nûnerên  PSK, HAK-PAR, DDKDyê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî semînerê bûn. Mesaja rewşenbîrê kurd Îbrahîm Guçlu hate xwendin.

Semîner bi awayekî berhemdar bidawî hat.

29.06.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Hisên Omer: Li Sûriyeyê jî paşeroja Kurdan di destê Tirkan de ye
Hawara Çiyayê Kurmênc
Rêbiwar Taha: Li Kerkûkê 3 katyuşa ketin xwarê
Medyaya Îsraîlê: Di navbera Şam û Tel Evîvê de nakokiyeke nû derketiye
Abdurahîm Akdag: PKK dê li Herêma Kurdistanê çekan deyne