PWKyê li Amed, Qoser û Batmanê Li Kolanan Borşurên Ji Bo Roja Zimanê Zikmakî ya Nevneteweyî Belavkir

.

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 21ê sibatê, bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Nevneteweyî, li kolan û qadên Amed, Mêrdîn û Batmanê (Êlih) borşurên bi kurdî (kurmancî, kirdkî-zazakî) û tirkî belav kirin.

Gelê Amed, Qoser û Batmanê eleqeyeke germ nîşanî broşurên PWKyê dan.

Di broşuran de ev sloganan hatine nivîsandin:

--21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî Pîroz Be!

-- Bila zimanê kurdî (kurmancî- kirdkî-zazakî) bibe zimanê fermî!

-- Perwerdeya bi zimanê Kurdî mafê me yê meşrû ye!

-- Malbatên Kurdan ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijêrin

--Zimanê me hebûna me ye!

21.02.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ