PWKyê helbestvanê Kurd Cîgerxwîn li Gundê hesarê bibîranî

.

Rêvebir, endam, alîgir û dostên PWKyê û rewşenbîrên kurd, roja 22.10.2024ê, di 40emîn salvegera wefata wî de, li Hesar a Kercewsê ya gundê Cîgerxwînî, helbestvanê kurd Cîgerxwî bibîranîn.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Bedran Acar, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Merd Baran Boskan, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mehmet Alî Yilmaz, Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr û rêvebirên Teşkîlata Batmanê, endamên Meclîsa PWKyê Xidir Ûso û Nûrettîn Kiliç, Rêvebirîya Teşkîlata Merdînê ya PWKyê, Serokê Teşkîlata Hezoyê ya PWKyê A.Mecît Hezer û rêvebirên Teşkîlata Hezoyê, lêkolîner û dîroknas Kerem Serhedî, helbestvanê kurd Şêxmûs Hamo û alîgir û dostên PWKyê beşdarî çalakîya bibîranîne bûn.

Beşdarên çalakîyê li ber mala ku Cîgerxwîn lê hatibû dinyayê civîyan, bi pankarta ku wênyê Cîgerxwînî li ser bû û bi Alaya Rengîn deqîqeyekê ji bo Cîgerxwîn û hemû şehîdên Kurdistanê rêz girtin.

Paşê, Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr, di derbarê jîyan, xebat û girîngîya Cîgerwînî ya di helbest û edebîyata kurdî de axftinek kir. Azîz Ozdemîr bal kişand ser rola helbesta Cîgerxwînî ya di hişyarbûna neteweyî ya kurd de.

Piştî axaftina Azîz Ozdemîr, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, di derbarê sîyasetvanîya Cîgerxwîn de axaftinek kir û got ‘’Cîgerxwîn ne tenê şaîr bû; di eynî wextê de wek sîyasetvanekî kurd jî, di nav tevgera milî de wek kedkarekî bêhempa kar kiribû. Divê em vê teybetmendîya wî jî bibînin’’.

Di dawîya çalakîya bibîranîna Cîgerxwînî de, helbestvanê kurd Şêxmûs Hamo helbesta bi navê "Kurte Ĵîyana min" xwend. Ciwanê kurd Îzettîn Okan jî helbesta bi navê "ji bona herkesî yarek" xwend.

22.10 2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin