PWKyê biryara hefsa li malê ya di derbarê Ramazan Şîmşek de protesto kir

.

Dadgeha Amedê ji ber axaftin û dayîna xizmeta bi Kurdî “cezayê hefsa li malê” da xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşek.

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya ku ji rêvebirên PWKyê pêk hatibû, roja 02.06.2024ê, seredana Pîne Cafeyê kir û ev biryara hefsa li malê ya di derbarê Ramazan Şîmşek de protesto kir, piştgirîya xwe ya ji bo Ramazan Şîmşek û Pîne Cafeyê anîn zimên.

Di wê dema ku heyeta PWKyê seredana Pîne Cafeyê kir, mamosteyê hêja Îsmaîl Beşîkçî û Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz jî ji bo piştgirîyê seredana Pîne Cafeyê kirin.

Xwedîyên Pîne Cafeyê pêşewazîya heyeta PWKyê û Mamoste Îsmaîl Beşîkçî û Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçi îbrahîm Gurbuz kirin.

Heyeta PWKyê di vê seredanê de ev nêrînên xwe anîn zimên:

’’Ev biryara Mehkemeya Amedê, nîşana wê hişmendîyê ku li ser dijayetîya zimanê kurdî û miletê kurd hatîye ava kirin. Ev biryara, biryareke li dijî demokrasîyê ye, nîşana sîyaseta şowenî ye. Em vê biryara Dadgeha Dîyarbekirê protesto dikin. Divê di demildest de ev cezaya hevsa li malê bê rakirin. Em li gel Ramazan Şîmşek û Pîne Cafeyê ne’’.


02.06.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin