PWKê li Batmanê Şehadeta Leyla Qasim û hevalên wê Bibîranî

.

Teşkilata Batmanê ya PWKê 12.05.2026an de li Batmanê saet di 14.00an de li Hola PWKê 52yemîn salvegera Şehadeta Leyla Qasim û hevalên wê bibîranî.

Di bîranînê de rêvebir, endam û dostên PWKê cih girtin.

Serokê PWKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo şehadeta Leyla Qasimî û hevalên wê rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.

Serokê PWK Şaxa Batmanê Aziz Özdemir daxuyanîya PWKê hat xwend. Teksta daxuyanîyê li jê re .

"Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê li hêvîya yekrêzîya nav mala kurd in

Leyla Qasim û havlên wê Cevad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd , Azad Suleyman Mîran endamên Partîya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK-I) bûn.

Zilm û zora rêjîma Beas ya Iraqê li ser miletê Kurd, bîr û hizra azadîxwazîyê û têkoşînê ji bo bidestxistina mafên netewî yê miletê Kurd di dilê Leyla Qasim de peyde kir.

Di Adara 1974an de û piştî destpêkirina êrîşên hikûmeta Iraqê li ser Kurdistanê, Leyla Qasim û 4 hevalên xwe li Bexdayê hatin girtin.

Leyla Qasim nimûneya keça Kurd a çeleng û çavnetirs bû, îşkence û azara hovane ya celadên Beasê nekarîn Leylayê ji helwesta wê ya netewî vegerînin.

Leyla Qasim bi cilê kurdî û xwendina sirûda netewî Ey Reqîb çû ber sêdarê. Leyla di kêliya dawî ya jiyana xwe de ji celadên Beas re wiha got:

“Piştî bidarvekirina min, bi hezaran kurd hişyar dibin. Gelek xweşhal û serbilind im ku giyana xwe fedayî rêya rizgariya Kurdistanê dikim.”

Herwiha Leyla Qasim li ber sêdarê got: “Bi vî cilê kurdî, ez dibim bûka Kurdistanê”.

Leyla Qasim û 4 hevalên wê Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hatin darvekirin.

Em Leyla Qasim û hevalên wê Cevad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd, Azad Suleyman Mîran û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em di wê bawerîyê de ne ku rêzlegirtin û lêxwedîderketina doz û ked û têkoşîna Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê, berîya her tiştî ji yekrêzîya nev mala kurd destpê dibe. Ev wazîfeya neteweyî, niştimanî berîya herkesî, li ser milên hemû alîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê ye."

Piştî daxuyanîyê Aziz Özdemir bi hurgulî behsa sekna Leyla Qasimî ya neteweyî u berxwedana bê tirs ,bersivdanek serbilindî ku da ber çavên tirsonekên dagirkeran .

Ew kesên ku ji nêzve Leylayê nas dikin û ew dîtine, Leyla keçek bêtirs, zîrek, axiftin xweş, esmer, bejin bilind û şêrîn bû û di karê rêxistinî û hizbayetiyê de jî bi dîsplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam didan. Wê di çaxê ku di bin çavdêriya êstixbarata dewletê de bû jî, bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dadgehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind wiha jêre got:

“ Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd yê ji xewa giran şiyar bin, ez pir kêfxweşim ku bi serfirazî û di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim”.

Berpirsyarên dewleta Iraqê beriya şehîdkirina Leylayê bi darê zorê jê daxwazkirin ku bi nivîsandina nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê, daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan bike û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan re bide diyarkirin ku di riya rizgariya Kurd û Kurdistanê de xebat kiriye. Lê şêrekeça Kurd Leyla Qasim bi nêrînek hişik û tifa ku avêt ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da:

“ Ger ku ez ji karekî jiyana vê cîhanê poşiman bibim ewe ku ez zû dimirim bêy ku bikarîbim demek dirêj ji gelê xwe re xebatê bikem û ger qirar be dawa lêborînê ji kesekî bikem, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim. Ji ber ku di rastya xwe de, min ji bo doz û pirsgirêka netewa xwe kêm xebat kirye ”.

Leyla Qasim bi cilê kurdî û xwendina sirûda netewî Ey Reqîb çû ber sêdarê. Leyla di kêliya dawî ya jiyana xwe de ji celadên Beas re wiha got:

“Piştî bidarvekirina min, bi hezaran kurd hişyar dibin. Gelek xweşhal û serbilind im ku giyana xwe fedayî rêya rizgariya Kurdistanê dikim.”

Herwiha Leyla Qasim li ber sêdarê got: “Bi vî cilê kurdî, ez dibim bûka Kurdistanê”.

Leyla Qasim û 4 hevalên wê Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hatin darvekirin.

Paşî bi temaşekirina belgefilmekî bernamê bi hestiyarî bi dawî bu.

12.05.2026

Partîya Welatpar3ezên Kurdistanê

Şaxa Batmanê ya PWKê

a

Kurdistan Haberleri

Sefîn Dizeyî: Erdogan ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî protokol şikand
Joe Kent ji Trump xwest ku hêrsa xwe bi ser Kurdan de nebarîne
Serok Barzanî: Leyla Qasim û hevalên wê bûn sembola berxwedanê
Yekîtiya Ewropayê perwerdeya bi zimanê dayîkê ya li Sûriyeyê nîqaş dike
Li çaksaziyên Herêma Kurdistanê 628 xwendekar hene