PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!

.

Doh  (25-05-2025) ji alîyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (WÎB) Konferansek li Stockholmê hate li dar xistin. Konferas li ser sê mijarên cihê û panêlan pêk hat û bernameya Konferansê ji alîyê Zinar Soran ve hate birêvebirin.

 Panela Yekem, li ser mijara ”Tehcîra Kurdan ya Sala 1916an” bû ku ji alîyê nivîskar û lêkolîner Celal Temel ve hate pêşkêşkirin. Moderatorê vê panelê Mûrad Ciwan bû.

Panela duyem, li ser mijara ”Sokratesê Serdema Me Îsmaîl Beşîkçî” bû ku ji alîyê nivîskar û birêvebirê WÎB Îbrahîm Gurbuz ve hate pêşkêşkiri, Moderatêrê vê panelê M. Alî Kut bû.

Panela sêyem, li ser mijara ”Çima Divê Kurd Neteweperwer bin” bû ku ji alîyê Soyolog Dr. Îsmaîl Beşîkçî ve hate pêşkêşkirin. Moderatorê vê panelê Salim Çelîker bû.

Piştî Konferansê, PWK SWÊDê Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî, nivîskar û birêvebirê WÎB Îbrahîm Gurbuz, nivîskar û lêkolîner Celal Temel pêşewazî kir, bi hev re xwarinek xawrin û sohbetek geş kirin.

Kurdîstan Haberleri

HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?
DI TOREYA KURDÎ DE ŞAHÎYA BERANBERDANÊ
Qasim Erecî: Em û Koalîsyon gihîştin qonaxa pêwendiyên dualî
Enstîtuya Kurdî ya Amedê ji bo zarokan 20 pirtûkên nû çap kirin
Dr. Radwan Badînî: Dîrok tenê ji aliyekê de nayê nivîsandin…