PWK: Siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya guherandina demografîya Kurdistanê berdewam dike!

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Dewleta Tirkîyeyê, li Xelatê bibicîhkirina 218 malbatên tirkên Ahiskayê ve dixwaze çi bike?

Dewleta Tirkîyeyê, 218 malbatên tirkên Ahiskayê ku ji 703 kesan pêk tên, li navçeya Xelatêya Bajarê Bîtlîs ya Bakurê Kurdistanê bicîh kir.

Dewleta Tirkîyeyê, ji avakirina Cimhûrîyeta Tirkîyeyê heta îro, ji bo demografîya Kurdistanê biguherîne gelek caran hinek mirovên ji Kafkasyayê, Afganîstanê, Balkanan û ji hinek bajarên herêma Behra Reşya Tirkîyeyê ne, li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê bicîh kirîye. Lê Dewleta Tirkîyeyê di vê sîyaseta xwe de zêde biserneketîye û nikaribûye bi vê sîyasetê demografîya Bakurê Kurdistanê biguherîne.

Nuha ev gava ku bicîhkirina 218 malbatên tirkên Ahiskayê li navçeya Xelat ya Bajarê Bîtlîsê jî nîşan û berdewamîya  wê hişmendîya Dewleta Tirkîyeyê ye ku dixwaze demografîya Xelatê, demografîya Bakurê Kurdistanê bigurîne.

Cîhê pirsê ye, ma gelo tu bajarên ku xelkê wê bi tirkî dizanin nema bû ku Dewleta Tirkîyeyê tirkên Ahiskayê li bajarên kurdan bicîh dike?

Belê, Kurdistan welatêmiletê Kurd û  kurdistanîyan e; mafê Dewleta Tirkîyeyê tuneye ku gelên din li Bakurê Kurdistanê bicîh bike. Dewleta Tirkîyeyê dive dest ji vê sîyaset û kiryarên xwe yên ku dixwaze demografîya Kurdistanê biguherîne berde.

23.02.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

SOHR: HSDê 40 endamên DAIŞê radestî Iraqê kirin
Ji bo derbaskirina krîza Kurdistanê, pêwîst e hilbijartin bên lidarxistin - Arif Qurbanî*
Mesrûr Barzanî ji Hikûmeta Iraqê re: Erkên xwe bicih bînin
ENKS: Sîstema nenavendî wê yekbûna Sûriyê biparêze
Sûriye | Ebû Şeqra yê di lîsteya terorê de bû fermandarê Herêma Cizîrê