PWK serexweşiyê li malbatên qurbaniyên şewata Amed û Mêrdînê dike

.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku di şewata li herêma navbera navçeya Çinar a Amedê û Şemrexa navçeya Mêrdînê derketî de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 40an kes jî birîndar bûn. Herwesa PWK di wê daxuyaniya xwe de serexweşiyê li malbatên qurbaniyên şewata Amed û Mêrdînê dike.

Di wê daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ji bilî ziyanên canî, bi raya giştî re hat parvekirin ku şewatên ku ziyaneke mezin di warê aborî de ne, di encama şikandina têlên elektrîkê de ji ber germbûna zêde û ketina nav stûyê dest pê dike û belav dibe.

Hate fêmkirin ku destwerdana saziyên pêwendîdar ên dewletê di dema xwe de û têrker bû sedemek sereke ku ev şewat veguhere karesatekê.

Em bang li rayedarên dewletê dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û gelê me jî ji bo xwedîderketina li birîndarên vê felaketê bi hev re seferber bibin. Em ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle