PWK şaxa Batmanê dı salvegera 99 emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn

.

Rêvebirîya Batmanê ya PWKê 29.06.2024 an de li Batmanê saet 16.00an de li sere Şara(caddeya)Gulistanê Şêx Seîd û hevalên wan bibîranîn û çalekîyek pêk anîn .

Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PWKê bi Ala Kurdistanê ,bi pankart û wêneyê Şêx Seîd li Caddeya Gulistanê cih girtin.

Serokê PWKê ya Batmanê Aziz Özdemir got: Şêx Seîd û tevî 47 hevalên wî berî 99 salan wek îro hatin darvekirin. Paşî 424 kes ji alîyê Dadgeha İstiklalê “İstiklal Mahkemeleriyê” ku tu pîvaneke huquqî pêre tune bu ve hatin darvekirin û bi hezaran kes bê dadgeh bê suc û cîhne cuda cuda de bi heman sebebê bi plankirî ji aliyê eskeran ve hatin kuştin.Dewleta Tirk îro jî wekî 99 sal berê pirsa Kurd wekî pirsa “rêgir,çete û teror” nîşan dide ,Kurdistan kirîye serbazgeh û millitarîzmê roj bi roj xurttir dike û dijî azadîya gel li her çar parçê Kurdistanê erîşa dibe ,gefan li wan dike.”Di salvegera 99êmin de soz didin ku em ê rê û rêbaza wan bernedin ,heta bi destxistina wan armancên netewî,em ê kar û xebata xwe bidomînin.”

Bi strankê nalînî “ Mîrê min” ku ji bo Şêx Seîd hatîyê gotin ,ji bo şehîdanbi silav û bêdengî rêz hate girtin .

Paşî daxuyanîya PWKê ji alîyê serokê PWK şaxa Batmanê Aziz Özdemir ve hat xwendin.Di daxuyanîyê de"Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Dewleta Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.

Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darvekirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelê Şêx Seîd,Seyîd Riza,Xalid Begê Cibrî,Usiv Zîya Beg,Dr Fuad ,Şêx Eyub,Seyîd Abdulkadîr,Hecî Axtî û hevalên wan ,cihê Seîdê Kurdî aşkere bike.

Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.

Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.

Her destkeftin û statuteyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.

Di 99emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên bi wî re hatine darve kirin û Xalid Begê Cibrî,Usiv Zîya Beg,Dr Fuad ,Şêx Eyub,Seyîd Abdulkadîr,Hecî Axtî û bi deh hezaran kurdên ku di dema serhildanê û di salên piştî sehildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”

Piştî daxuyanîyê ji bo ku heta vêga mezelê şehîdan cihê wan ne dîyare bi 5 deqîqe çalakîyek runiştinê protesto pek hat.

29.06.2024

PWK Şaxa Batmanê

 

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye