PWK, PSK û HAK-PARê Li Amedê Ji Bo Cejnê Seredanên Hev Kirin

.

Heyeta PWKyê ya ku ji Serokê Teşkîlata Amedê ya PWKyê  Yûsûf Aydin û rêvebirên PWKyê Mehmet Alî Yilmaz û Mehmet Bîlen pêk hatibû, roja 07.06.2025ê li Amedê seredana HAK-PAR û PSKyê kirin û cejna herdu partîyan pîroz kirin.

Li HAK-PARê, Serokê Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê Mustafa Okûmûş û rêvebirên HAK-PARê Giyasettîn Demîrbaş, Vasfî Kahraman, Tûran Îl, Abdûllah Çelebî û rêvebirê berê yê HAK-PARê  Paşa Akdogan pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Li PSKyê, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel û rêvebirên PSKyê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Eynî rojê, Serokê Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê  Mûstafa Okûmûş û heyteke HAK-PARê û Serokê Teşkîlata Amedê ya PSKyê Mûsa Çelîk û heyeteke PSKyê cuda cuda seredana PWKyê kirin û cejna PWKyîyan pîroz kirin.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, Vahît Aba û rêvebirên PWKyê pêşewazîya heyetên PSK û HAK-PARê kirin.

07.06.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzen Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK