PWK, PSK, HAK-PARê Li Amedê Bi Meşa Bi Meşxeleyan Newroz Pîroz Kirin

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) şeva 20ê adara 2024ê li Amedê bi meşeke bi meşxaleyanbi hev re newroz pîroz kirin.

Rêvebir û endamên PWK, PSK, HAK-PARê, li Kolana Hunerê ya Amedê kombûn. Bi pankarta ‘’Newroz Pîroz be, Newrozê Şima Pîroz Bo’’ û bi meşxaleyan, heta Mêvanxaneya Şaredarîyê ya Amedê meşîyan.

Gelê Amedê eleqeyeke mezin nîşanî vê meşê dan û beşdarî meşê bûn. Meş bi sloganên ‘’Bijî Kurdistan’’, ‘’Bijî Newroz’’ û bi stranên li ser newrozê , ji Kolana Hunerê heta Mêvanxaneya Şaredarîyê ya Amedê berdewam kir.

Li ber Mêvanxaneya Şaredarîyê ya Amedê, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, di derbarê wate û girîngîya vê çalakîyê û ya newrozê û de kurte axaftinek kir.

Paşê Rêvebirê PSKyê Serhat Amedî bi kurmancî, endamê Komîteya Birevebir a PWKyê Mehmet Alî Yilmaz bi kirdkî-zazakî, Serokê Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê Vasif Kahraman bi tirkî daxuyanîya hevbeş a PWK, PSK û HAK-PARê ya di derbarê Newrozê de xwendin.

Piştî xwendina daxuyanîya hevbeş çalakî bidawî hat.

Ev jî daxuyanîya hevbeş a PWK, PSK, HAK-PARê ye:

NEWROZ LI HEMÛ KURDISTANÎYAN PÎROZ BE!

Îşev şeva Newrozê y e.

Newroz cejna hemû gel û neteweyên Aryanî ye. Lê ji bo miletê Kurd û gelên Kurdistanê cejna Newrozê xwedîyê cîyekî taybetî ye.

Kurd û hemî gelên Kurdistanê Newrozê ji alîyekî weke cejna serêsalê û hatina biharê pîroz dikin; ji alîyekî din jî weke roja serhildan, berxwedan û tekoşîna ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pîroz dikin.

Helbete ku, li gel hemû felaket û qetlîam û zordestîyan jî, divê em Newrozê, bi armanca li dijî dagîrkerî û zordariyê û weke sembola berxwedana neteweyî û azadîyê pîroz bikin. Lewra Newroz li dijî dagirkerî, înkar û asîmîlasyona miletê Kurd bûye roja geşkirin û bihêzkirina mêjû û hişmendîya neteweyî û kurdistanî.

Li gel êş û birînên me yên li her çar perçeyên Kurdistanê jî, Agirê Newrozê ku sembola hebûn, serbilindî, biryardarî, hêvî, berxwedan, serîhildan û azadiyê ye; dê li Rojhelat, Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê, li her çar alîîyê cîhanê, bi şêweyên cuda cuda bilind û gur bibe.

Li Bakurê Kurdistanê pîrozkirina Newrozê xwedî cîhek taybetî ye. Lewra nêzî sed salî ye ku li Bakurê Kurdistanê pîrozkirina Newrozê bi reng û naveroka xwe û bi awakî azad nayê pîroz kirin û qedexe ye.

Di vê pêvajoya ku zimanê kurdî bi jenosîda asîmîlasyonê rû bi rû ye, dive em bi taybetî Newrozê bi kurdî pîroz bikin; em hewl bidin ku vê rojê bikin qad û derfetek girîng ji bo geşkirina axaftina bi zimanê Kurdî. Herweha divê ev roj bibe platformek ji bo bidestxistina mafên perwerdeya bi ziamnê kurdî, mafên civakî û çandî. Qadên pîrozkirina Newrozê divê bibin qadên tekoşîna ji bo bidestxistina daxwazên neteweyî û demokratîk û bilind kirina têkoşîna mafê çarenivîsîna miletê Kurd.

Miletê Kurd tenê bi yekitî, hevkarî û yekrêziya neteweyî dê bikaribe destkeftiyên xwe biparêze û ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pêngavên biryardêr bavêje.

Li Bakurê Kurdistanê rewşa heyî wezîfeyên taybetî derdixînê pêşîya me. Divê partî, rêxistin û tevgerên Kurd û Kurdistanê û potansîyela herî berfireh a Kurdan rojek berî rojekê li ser daxwazên milî, demokratîk bêne ba hevdû û ji bo hevkarîyeke berfireh a neteweyî, demokratîk gavên pêwîst bavêjin. Bicîh anîna van wezîfeyên neteweyî û dîrokî , dê rêya çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê xweştir û dê destê gelê me xurtir bike.

Em hêvî dikin ku Newroza îsal, ji bo yekitî, hevkarî û yekrêziya neteweyî bibe destpêkekê. Divê em xwedîlêderketin, parastin û vejandina hişmendî û destkeftiyên neteweyî, li her perçeyekî Kurdistanê di Newrozê da zêdetir derxînin pêş.

Bijî sembola berxwedan û tekoşîna azadî û serxwebûnê Newroz!

Bijî yekrêziya hêzên neteweyî û demokratîk yên Kurdistanê!

Bijî Newroz!

20.03.2024

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)

Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR)

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye