PWK: Me qetlîama Robozkê ji bîr nekirîyê û emê ji bîr nekin

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyek komkujiya Robozkê bibirî anî û tê de ragihand, “Em di wê bawerî û hêvîyê de ne ku Qetlîama Robozkê û qesas û berpirsên wê, rojekê dê bêne darizandin.”

Daxuyaniya Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PWKê:

Me qetlîama Robozkê ji bîr nekirîyê û emê ji bîr nekin

Şeva 28.12.2011an li Robozkê 34 Kurdên ku piranîya wan zarok û ciwan bûn, bi êrîşa balafirên Dewleta Tirkîyeyê hatin qetil kirin.

12 sal li ser qetlîama Robozkê derbas bû.

Ev qetlîama ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatîye kirin, hîna jî weke ''faîlî maçhûl'' maye.

Dewleta Tirkîyeyê, hem kiryardarê vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbanîyên qetlîamê sûçdar dike.

Em di wê bawerî û hêvîyê de ne ku Qetlîama Robozkê û qesas û berpirsên wê, rojekê dê bêne darizandin.

Belê, me qetlîama Robozkê ya ku di şeva 28.12.2011an de ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hate li dar xistin ji bîr nekirîye û tu carî ji bîr nabe.

Em vê qetlîamê şermezar dikin.

Em şehîdên Robozkê û hemû şehîdên xwe bi giramî bi bîr tînin, ruhê wan şad, cîhê wan bihuşt be.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin