PWK li Amedê bi minasebeta 110emîn salvegera darvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî semînerekê li dar dixe

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi minasebeta 110emîn salvegera darvekirina rêberê netewî, civakî, dînî yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî, roja 14.12.2024ê, di saet:11.00ê de, li Teşkîlata Amedê ya PWKyê semînerekê li dar dixe.

Lêkolîner, dîroknas û nivîskarê Kurd kurd Kerem Serhedî dê di derbarê jîyan û xebat û girîngîya rêbaza Şêx Ebdulselam Barzanî de agahdarîyan bide.

Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran dê moderatorîya semînerê bike.

Hemû gelê me ji bo vê semîner û bibîranînê vexwendîne.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle