PWK: Ji ber pêşhateyên li Sûrîyeyê, divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê demildest bêne cem hev, bicivin

.

'Em hêvî dikin ku rûxandina Rejîma Beşar Esad, ji miletê Kurd, gelê Rojavayê Kurdistanê û gelên Sûrîyeyê re rêya azadî, wekhevî, edalet, demokrasî û jîyaneke mirovane veke.

Aşkereye ku, rewşa piştî rûxandina Rejîma Beşar Esad, li Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê, gelek rîskan jî, gelek firsendan jî di nêva xwe de dihewîne.

Em di wê bawerîyê de ne ku li gorî vê rewşa nû, pêwîstîyeke lezgînî pê heye ku li Rojavayê Kurdistanê PYNK, ENKS û hemû partîyên kurdan bicivin, bêne cem hev.

Em dibêjin, îro hemû alîyên sîyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, divê tiştên ku heta îro rûdane deynin alîyekî, ji bo ava kirina îdareyeke hevbeş a leşkerî, aborî, sîyasî, dîplomasî bêne cem hev û wek alîyê kurd û kurdistanî bibin mixatabê hemû dewletan. Ev wazîfe û pêwîstîyeke esasî ya ji bo parastin û pêkanîna berjewendîyên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Aşkereye ku pêşhateyên îro li Sûrîyeyê rûdidin, dê tesîra xwe bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê û herweha li hemû perçeyên Kurdistanê jî hebe. Ji ber vê rastîyê jî ji her demê zêdetir îro pêwîstî bi wê yekê heye ku li ser hişmendîya neteweyî, demokratîk, di nava hêzên her çar perçeyên Kurdistanê de, tor û mekanîzmayeke ku bikaribe koordînasyon, hemahengî, dîyalog, dan û stendin, şêwra navxweyî, bi hev re dîyar kirina fikir û helwestên hevbeş bihûne heye.'

08.12.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî