PWK-Hollanda serdana PDK-Hollanda kir

.

PWK-Hollanda serdana PDK-Hollanda kir

Îro 05.07.2024 Partîya Welatparêzên Kurdistanê-Rêxistina Holanda (PWK), Serdana Rêxistina Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Holanda kir.

Heyeta PWKê ku ji M.Baran Boskan serokê rêxistina PWK Ewropa, Ferhat Boskan berpirsê PWK-rêxistina Holanda, Xidir Ûso endamê Meclîsa PWKê, Brûsk endamê Komîta Holanda pêkdihat, li Amsterdam serdana rêxistina PDK-Holanda kir.

Heyeta ji rêvebirên PDK rêxistina Holanda Peşrew Hesen, Alî Hirorî, Sasan Derwêş, Ala Anberxan û Abdulqehar Hawlêrî pêkdihat, pêşwazîyek germ li heyeta PWK-Holanda kir.

Her du alî, li ser gelek mijarên pêwendîdar yên welat û Ewropa sohbet kirin. Bi taybetî rewşa pêwendîyên her du partîyan li Holanda, rewşa Kurdên li vê devêrê dijîn, xebatên dîyaspora Kurd; xebatên çandî û bi giştî pêwendîyên civata Kurdan axifîn.

Serdan bi danûsatandinên bi berhem û hêvîya seredanên bi vî rengî bi dawî bû.

PWK rêxistina Holanda

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye