PWK: Em şehîdên Sînema Amûdê ji bîr nakin!

.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya salvegera bûyera şewata sinemaya Amûdê, şehîdên wê bûyerê bibîr anî.

Di roja 13.11.1960ê de ji bo alîkarîya Şoreşa Cezayirê, li Rojavayê Kurdistanê rêveberên bajarê Amûdê yê rejîma Beasê li gor biryara dewleta Sûrîyê, hemû xwendekarên dibistanên seretayî mecbûr dikin da ku biçin sînemayê li fîlmê  ‘Cerîmet Nisif el Leyl’ (Cerîmeya Nîvê Şevê) temaşe bikin.

 

Salona ku ji bo 200 kesî ye nêzîkî 500 zarokên kurdan tê de bi cih dikin. Piştî ku hemû zarok dikevin hundurê sînemayê, leşkerên Sûrîyê derî digrin û agir bi sînemayê dikeve.

 

Dema ku zarok şewateyê dibînin yekser berê xwe didin deriyê derketinê. Lê mixabin derî ji derve de hatine girtin û dengê zarokan û pêtên agirê sînemayê bi ax û fîgan berbi asîmanê ve dihere.

 

Di vê karesatê de ku bi navê ‘Agirê Sînema Amûdê’ tê zanîn, 283 zarokên kurdan dişewitin.

 

Di vê bûyerê de rola qehremanê kurd Mihemedê Seîd Axayê Deqorî pir giring e ku wî gelek zarok ji vê şewatê xelas kirine.

Em di 64emîn salvegera vê bûyera ku li Amûdê di dilê her kurdekî de birîneke kûr hiştîye, van şehîdên temen biçûk bibîr tînin.

13.11.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Konferansa Enstîtûya Kurdî ya Parîsê
Berdevkê HSDê Ferhad Samî: Di dewriya ku leskerên DYAyê hatin kustin em tinebûn
Trump li ser êrîsa li Sûriyê gefa tolhildaneke tund xwar
Mazlûm Ebdî: Peymana 10ê Adarê nexşerêya Sûriyeya nû ye
Serok Barzanî pîrozbahiya Berhem Salih kir