PWK: Em ji ber îdam kirina 4 girtiyên sîyasî yên  kurd Dewleta Îranê şermezar dikin

.

Roja duşemê, 29.01.2024ê, 4 girtiyên sîyasî yên kKurd , Pêjman Fatihî, Muhsin Mezlûm, Wefa Azerbar û Mihemed Feramerzî, li zîndana Qizilhisara bajarê Kerecê ji alîyê Dewleta Îranê ve  hatin îdam kirin.

4 girtiyên sîyasî yên kurd, endamên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bûn.

Dewleta Îranê ji alîyekî bi zext, îşkence, girtin û kuştinan dixwaze rê li ber doza azadîya Rojhilatê Kurdistanê bigire, ji alîyekî jî her meh bi dehan mirovan îdam dike ku piranîya wan kurd in.

Êrîş û îdam û kuştinên Dewleta Îranê wê nikaribe rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.

Ji ber îdam kirina 4 girtiyên sîyasî yên kurd, ji ber hemû qetlîam, kuştin û îdamên ku hatine kirine, em Dewleta Îranê carek din bi tundî şermezar dikin.

Em sersaxîyê ji malbatên her 4 welatperwerên kurd, ji rêvebir û endamên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, ji gelê Kurdistanê re dixwazin.

Em wek PWK  careke din bangî raya giştî ya cîhanê, Netewên Yekbûyî, sazîyên nevnetewî dikin da ku li himberî van îdamên Dewleta Îranê bê deng nemînin; bi helwestên encamgir rê li ber van îdaman bigrin.

31.01.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ