PWK: Em heqareta ku li rêberê miletê Kurd Şêx Seîd hatîye kirin şermezar dikin!

.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Em heqareta ku li rêberê miletê Kurd Şêx Seîd hatîye kirin şermezar dikin!

Alîkarê Birêvebirê Giştî yê BELTAŞê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Enqereyê yê CHPyê Alparslan Yilmaz, bêhnxweşkira otomobîlê ya bi wêneyê Şêx Seîd li odeya xwe daliqand û li ser medyaya civakî par ve kirîye.

Yilmaz di parvekirina xwe de gotîye ‘Seîd li ofîsa me li cihê ku heq dike daliqya ye’.

Şêx Seîd rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd e. Her heqareteke ku li Şêx Seîd tê kirin, di eslê xwe de li miletê Kurd tê kirin.

Ji ber wê heqareta ku li rêberê miletê Kurd Şêx Seîd kirîye, em Alparslan Yilmaz protesto û şermezar dikin.

Em bangî hemû parlamenterên kurd yên CHPyê dikin da ku li himberî Alparslan Yilmaz helwestê bigrin, wî şermezar bikin; em bangî Serokê CHPyê Ozgur Ozel dikin ku di derbarê Alparslan Yilmaz de lêkolîna nav partîyê destpê bike û helwesta pêwîst li hemberî wî bê girtin.

Em bangî hemû siyasetmedar û rewşenbîrên Tirkîyeyê dikin ku li hemberî vê ‘nexweşîya nîjadpersetîya’ li dijî miletê Kurd, rêber û hêjayîyên kurdan têne kirin, bêhelwest nemînin û dengên xwe bilind bikin.

Bi vê minasebetê em carek din bangî rayedaran Dewleta Tirkiyeyê dikin da ku cîhê mezelên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî û hemû kesayetên ku cîhê mezelên wan ne diyar in eşkere bikin.

19.01.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc