PWK: Em êrîşên Dewleta Îranê û pêgirtîyên wê yên terorîst şermezar dikin

.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Em êrîşên Dewleta Îranê û pêgirtîyên wê yên terorîst şermezar dikin

Dewleta Îranê û pêgirtîyên wê yên terorîst yên li Iraqê ne, di êrîşên xwe yên li ku li ser Başûrê Kurdistanê û kampên li Başûrê Kurdistanê yên ku sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn de berdewam in.

Dewleta Îranê, di 24ê Adarê, derdora saet 03.00ê sibehê de, bi balafirên bêmirov (ÎHA) û fuzeyan êrîşek bir ser yekîneyeke pêşmergeyên Kurdistanê yên li ser Çîyayê Spilkê yê ser bi nahiyeya Xelîfan a navçeya Soran a parêzgeha Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê. Li gorî agahîyên destpêkê, di vê êrîşê de 6 pêşmerge şehîd bûne û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Bi destpêkirina şerê Amerîka/Îsraîlê yê li dijî Îranê di 28ê Sibatê de, Dewleta Îranê û pêgirtîyên wê yên terorîst yên li Iraqê herî kêm bi 400 balafirên bêmirov û fuzeyan êrîş birine ser Başûrê Kurdistanê. Di van êrîşan de 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji van kesek endamê Asayîşa Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, şeş Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê û yê din jî leşkerekî Fransî bû ku li Hewlêrê dima.

Dewleta Îranê û pêgirtîyên wê yên terorîst ên ku li Iraqê ne, rûyên xwe yên dijminatîya li himberî gelê Kurdistanê nîşan didin û êrîşan dibin ser Başûrê Kurdistanê  û kampên li Başûrê Kurdistanê ku sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê ne lê dijîn. Em van êrîşan protesto dikin, şermezar dikin.

Bi hêviya ku rejîma terorîst a Dewleta Îranê were rûxandin, ji bo gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê rêya azadî û statuya siyasî û ji bo hemû gelên li Îranê rêya azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê vebe; em careke din diyar dikîn ku em li cem xuşk û birayên xwe yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ne.

Ruhê şehîdên me şad, cihê wan bihuşt be.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û ji gelê xwe re û şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

24.03.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

Komeleya Zehmetkêşan: Îranê bi mûşekan êrişî baregeha me kir
Li Wanê ji bo zarokan Pêşbirka Helbestên Kurdî hat lidarxistin
Gera 5ê ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê hat lidarxsitin
Li Sûriyeyê gavên nû: 'Bernameya xwendinê li Kurdî tê wergerandin'
Enfal: Siya dirêj a komkujiyê