PWK: Em êrîşa li ser Kobanîyê hatîye kirin şermezar dikin!

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di daxuyaniyekê de êrîşa esmanî ya li başûrê bajarê Kobaniyê ku bûye sedema mirina 9 sivîlan, şermezar kir û bang li Dewleta Tirkiyeyê kir ku dawî li hemû êrîş û operasyonên leşkerî bîne.

Daxuyaniya PWKê wiha ye:

Em êrîşa li ser Kobanîyê hatîye kirin şermezar dikin!

Li gorî agahdarîyên ku hatine belav kirin, di êrîşeke esmanî ya Dewleta Tirkîyeyê de, li başûrê bajarê Kobaniyê, li navbera gundê Qumçî û Berx Botanê yê Rojavayê Kurdistanê, şeva buhurî 9 kesên sivîl ku piranîya wan zarok û ji bûn,  canê xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.

Em vê êrîşa Dewleta Tirkiyeyê şermezar dikin.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku dawî li hemû êrîş û operasyonên xwe yên leşkerî yên li ser Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê bîne.

Bi êrîş û sîyaseta li ser dijayetîya kurdan hatîye ava kirin, miletê Kurd jî doza wî ya rewa ya neteweyî û demokratîk jî ji hole ranabe.

17.03.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK

)

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK