PWK: Em Dewleta Terorist a Îranê Rûreş Dîkin

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) êrişa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kir

Daxuyanîya PWKê wiha ye:

Em Dewleta Terorist a Îranê Rûreş Dîkin

Sûpaya Pasdaran a Dewleta Îranê, bi ji 10an zêdetir fuzeyên balîstîk êrîş bir ser Hewlêrê.

5 ji van fuzeyên balîstîk mala karsazê Kurd Pêşrew Dîzayî hedef girt û Pêşrew Dîzayî û keça xwe jî di nav de, di encama van êrîşan de 5 sivîl şehîd ketin, 17 sivîl jî birîndar bûn.

Gelek xanîyên xelkên sivîl zerareke mezin dîtin.

Ev êrîşa tetorîstî ya Sûpayê Pasdaran yekser xelxê sivîl ên Hewlêrê û Balafirgeha Hewlêrê ji xwe re kirîye armanc.

Ev êrîşa dijminane ya Dewleta Terorist a Îranê, nîşana dijminatîya gelê Kurdîstanê ye.

Em bangî Dewleta Iraqê û Netewên Yekbûyî dikin da ku, li himberî van êrîşên hovane dengê xwe bilind bikin, ji Dewleta Terorist a Îranê hesab bipirsin û rê li ber êrîşên terorîstî yên Dewleta Îranê bigrin.

Ruhê qurbanîyên vê êrîşê şad, cîhê wan biheşt be.

Em sersaxîyê ji malbatên şehîdên vê êrîşê, şîfaya xêrê ji birÎndaran re dixwazin.

Serê gelê Kurdistanê sax be.

16.01.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin