PWK: Em biryara tayin kirina qeyûmên li ser Dêrsim û Plûrê şermezar dikin

.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) têkildarî tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên Dêrsim û Ovacikê daxuyaniyeke nivîskî da û ev biryar şermezar kir.

"Em biryara tayin kirina qeyûmên li ser Dêrsim û Plûrê şermezar dikin

Wezarete Navxwe ya Komara Tirkîyeyê ragihand ku Serokê Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyê Cevdet Konak û Serokê Şaredariya Pilûrê ya CHPyê Mustafa Sarigul, ji wazîfeya wan wergirt û li cîhê wan qeyûm tayîn kir.

Li şûna Cevdet Konak, Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu wekî qeyûm hat tayînkirin.

Li şûna Mustafa Sarigul, Qaymeqamê Pilûrê Huseyîn Şamîl wekî qeyûm hat tayînkirin.

Biryara tayîn kirina qeyûman, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Dêrsim û Pilûrê ye, biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.

Em biryarên tayîn kirina qeyûman şermezar dikin.

Divê serokên şaredarîyên Dêrsim û Pilûrê vegerin ser wazîfeyên xwe."

23.11.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire