PWK: Em biryara tayin kirina qeyûmê li ser Şaredarîya Bajarê Wanê  şermezar dikin

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyekê biryara tayînkirina qeyûmê li ser Şaredariya Bajarê Wanê şermezar kir.

PWK di daxuyaniyê de xwest ku Hevserokê Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan vegere ser wezîfeya xwe.

Di daxuyaniya PWKê de wiha hat gotin:

Em biryara tayin kirina qeyûmê li ser Şaredarîya Bajarê Wanê  şermezar dikin

Piştî ku 3 sal û 9 meh cezaya girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn, Wezareta Navxwe ya Komara Tirkîyeyê ragihand ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji wazîfeyê wergirtîye û li  şûna wî  Parêzgarê Wanê Ozcan Balci wekî qeyûm hatîye tayînkirin.

Biryara tayîn kirina qeyûmî, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Wanê ye, biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.

Em biryarên tayîn kirina qeyûman şermezar dikin.

Divê Hevserokê Şaredarîya Wanê vegere ser wazîfeya xwe.

15.02.2025


Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê