PWK: Em biryara tayin kirina qeyûmê li ser Nevçeya Akdenîzê ya Mêrsînê  şermezar dikin

.

Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) derbarê qeyûmkirina Şaredariya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PWKê wiha ye:

Em biryara tayin kirina qeyûmê li ser Nevçeya Akdenîzê ya Mêrsînê  şermezar dikin

Hevserokên Şaredarîya Navçeya Akdenîzê ya Bajarê Mêrsînê, Nûrîye Aslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên Meclîsa Şaredarîyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç û Hîkmet Bakirhan hatibûn desteser kirin û îro jî biryara girtinê di derbarê wan de hate dayin.

Piştî vê biryarê, Wezareta Navxwe ya Komara Tirkîyeyê ragihand ku Serokê Şaredariya Nevçeya Akdenîzê ya bajarê Mêrsînê  ya DEM Partiyê ji wazîfeyê wergirtîye û li cîhê wî qeyûm tayîn kirîye.

Biryara tayîn kirina qeyûman, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Navçeya Akdenîzê ye, biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.

Em biryarên tayîn kirina qeyûman şermezar dikin.

Divê serokê şaredarîya Navçeya Akdenîzê vegere ser wazîfeya xwe.

13.01.2025


Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle