PWK: Biryara tayin kirina qeyûman, tune hesibandina îradeya dengdêran e

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyek biryara tayînkirina qeyûman ya li ser şaredarîyên Mêrdîn, Batman û  Halfetîyê şermezar kir. PWKê ev biryar wek tune hesibandina îradeya dengdêran pênase kir. 

"Biryara tayin kirina qeyûman, tune hesibandina îradeya dengdêran e

Wezarete Navxwe ya Komara Tirkîyeyê, Serokê Şaredarîya Mêrdîn, Batman û  Halfetîyê ji wazîfeya wan wergirt û li cîhê wan qeyûm tayîn kir.

Biryara tayîn kirina qeyûman, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Mêrdîn, Batman û Halfetîyê ye. Biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.

Em biryarên tayîn kirina qeyûman şermezar dikin.

Divê serokên şaredarîyên Mêrdîn, Batman û Halfetîyê vegerin ser wazîfeyên xwe."

04.11.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle