Putîn û Kim Jong-un civiyan

.

 Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un hatin ba hev.

Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Putîn û Kîm li Baregeha Fezayê ya Vostonçniyê civiyan.

Kîm spasiya Putîn kir ku wî ew vexwendiye Rûsyayê.

Putîn ragihand ku serdana Kim Jong-un di dîrokeke gelekî girîng de çêbûye û got:

"Ez bi dîtina we gelekî kêfxweş im. Ev bûyerên girîng salvegera 75emîn a avabûna Komarê ye, salvegera 70yemîn ya Şerê Rizgariyê yê Mezin e, salvegera 75emîn ya avabûna têkiliyên dîplomatîk e."

Her du serok li baregehê geriyan û wan atolyeya montajê ya "Angara"yê ya ku roketan dişîne fezayê û dezgeha wesayîta fezayê "Soyuz-2"yê ziyaret kir.

Dema Putîn û Kim li baregehê lêkolîn dikir, Serokê Ajansa Fezayê ya Federal ya Rûsyayê (Roscosmos) Yuriy Borîsov û Rêvebirê Giştî yê Navenda Operasyona Binesaziyê ya Fezayê Nikolay Nesterçuk jî agahî dan.

Piştî hevdîtinê her du serok bi şandeyên xwe re civiyan.

Kurdistan Haberleri

Lêkolîna li ser mirina Xezalê bi dawî bû: 5 kes hatin tometbarkirin
Li Rojavayê Kurdistanê çarenivîsa bi sedan kesan ne diyar e
Li Kobaniyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavên nû tên avêtin
Supasalarê Heşda Şeibî red dike ku çekan radestî dewletê bike
PDK-Î: Bi dronan êrişî baregehên me hat kirin