Putin: Soza dewletê dabûn Kurdan

.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civîna xwe ya çapeniyê ya salane de li ser pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê axivî û got, " Soza dewletê dabûn Kurdan lê ew xapandin."

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civîna xwe ya çapemeniyê ya salane de beşek ji axaftina xwe ji Kurdan re veqetand.

"Li Tirkiyeyê bi milyonan Kurd hene"

Putin li ser Kurdan wiha axivî, "Li Tirkiyeyê bi milyonan Kurd hene. Li Îran û Îraqê gelek Kurd dijîn.

Baş e li wê derê çend Kurd dijîn? Dibe ku hûn ji min çêtir zanibin lê herî kêm 30-35 milyon in. Ne wisa?"

Pirsgirêka Kurdan a cidî ev e, Kurd xortên cidî ne, şervanên cidî ne, ji Minbicê derketin lê ez bawer dikim wan heta dawiyê li ber xwe daye. Ya ku ew dikin ev e.

Divê di serdema Beşar Esed de bihata çareserkirin

Her wiha Putin got, "Divê pirsgirêka Kurdan bê çareserkirin. Diviyabû li Sûriyeyê di bin serokatiya Esed de bihata çareserkirin.

Niha divê ew bi desthilatdarên ku xaka Sûriyeyê kontrol dikin re bê çareserkirin.

Tirkiye jî divê bi awayekî ewlekariya xwe misoger bike. Em van hemûyan fêm dikin.

"Soza dewletê dabûn Kurdan"

Tirkiye, bi awayekî xwezayî, wekî em dizanin, bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re bi dehan salan pirsgirêkek heye. Hêvîdar im ku tu alozî çênebe.

Lê ne demeke dirêj beriya niha, di hevdîtinên me de hin siyasetmedarên Ewropî ji min re digot ku piştî şerê cîhanê yê yekem, ji Kurdan re soza dewletê hatiye dayîn, ew hatine xapandin û hwd."

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide