Pûtîn: Rûsya amade ye ji bo danûstandinên Ukraynayê li Stenbolê bicive

.

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn diyar kir ku Rûsya amade ye ji bo tûra sêyemîn a danûstandinên aştiyê bi Ûkraynayê re li Stenbolê bicive.

Pûtîn ev daxuyanî piştî danûstandinên li ser dîlgirtiyan û lihevhatinên mirovî yên di navbera her du welatan de da ku Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov diyar kiribû, dîroka civîna sêyemîn a danûstandinan dê piştî bidawîbûna pêvajoyên danûstandinên girtiyan ên lihevkirî were diyarkirin.

Hêjayî gotinê ye, di danûstandinên berê de ku mazûvaniya wan Tirkiyeyê kiribû, di navbera her du aliyan de gavên girîng hatibûn avêtin û bi taybetî di mijara pevguhertiina dîlan de encamên berçav hatibûn bidestxistin.

Daxuyaniya dawî ya Pûtîn, ji bo berdewamiya rola navbeynkariyê ya Tirkiyeyê û berdewamkirina hewldanên çareseriya dîplomatîk, wekî gaveke girîng tê nirxandin.

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye