Putin: “Dixwazin di meydana şer de me têkbibin, bila xwe biceribînin”

.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi serokên fraksiyonên Dûma yê re civiya û li ser tewrê Rojava û Amerîkayê axifî. Putin di axaftina xwe de li ser axaftinên Rojava yên di derbarê Dombasê de û li ser dorpêçên Rojavayiyan weha got:

“Em îro dibihîzin ku dibêjin ew dixwazin me di meydana şer de têkbibin. Bila bifermin û xwe biceribînin. Ev raste. Lê van dorpêçan ku li hemberê Rûsyayê weka birûskê danîn, encama ku dixwestin negihîştinê. Armanca wan ne tenê derbê li aboriya Rûsyayê xin. Armanca wan nifaqê, tovên cudakariyê biçînin û kêfa xelkê xera bikin. Lê şaş çûn. Nikaribûn biserbikevin û wê nekevin jî.

Amerîka û welatên Rojava bi deh salane ku tewrên xwe yên êrîşker dewam dikin. Pêşniyara me ya çêkirina asayîşa wekhev red kirin û xebata hevpar ya di mijara sîstema fuzeyan de jî red kirin. Me nexwest ku NATO yê bi xêra komarên Sowyeta berê fireh bikin û daxwaza me piştguh kirin. Ji me re dibêjin ku me dest bi şerê Ûkraynayê kiriye lê di sala 2014 an de derbeya nerewa li Ûkraynayê destek kirin ew bûn. Sûcdarên bûyerên îro ew in yanî kollektîva Rojava.

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive