Putin diçe Çînê: Bazirganî û hevkariya stratejîk di rojevê de ne

.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi vexwendineke fermî ya Serokê Çînê Xi Jinping diçe Pekînê.

Kremlînê ragihand ku Vladimir Putin û Xi Jinping dê di civîneke lûtkeyê de li ser hevkariya stratejîk û mijarên germ ên cîhanê û bi taybetî jî li ser şerê li Ukraynayê biaxivin.

Li gorî daxuyaniya Koşka Kremlînê, serdana Putin dê di navbera 19 û 20ê Gulanê de be.

Ev serdan di demekê de ye ku 25 sal di ser mohrkirina "Peymana Cîrantî û Hevkariya Dostane" re derbas dibin ku ev peyman ji sala 2001ê ve bingeha pêwendiyên Moskow û Pekînê ye.

Hevkariya stratejîk û bazirganî

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li ser bernameya serdanê got:

"Beriya her tiştî em dê li ser pêwendiyên dualî biaxivin ku ev hevkariyeke stratejîk a taybet e.

Her wiha qebareya bazirganiyê ya di navbera her du welatan de ku her ku diçe bi pêş dikeve û ji sedî 200 milyar dolarî derbas kiriye, dê mijara sereke be."

Di civînê de dê li ser gelek mijarên hestyar bên axaftin ku di nav wan de hevkariya di warê enerjiyê de, şerê li Ukraynayê, pêwendiyên bi Amerîkayê re, pirsgirêka Taywanê û aloziyên li Rojhilata Navîn hene.

Serdana Putin tenê çend rojan piştî serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump a Çînê pêk tê.

Pispor dibêjin Putin dixwaze bi vê serdanê nîşan bide ku Moskow û Pekîn di xeteke hevpar de ne û hevpeymaniya wan li hemberî zextên navneteweyî "bihêz" e.

Peymanên nû û salên perwerdeyê

Her du serok dê beşdarî merasîma destpêkirina "Salên Perwerdeyê yên Rûsya û Çînê" yên salên 2026-2027an bibin.

Tê çaverêkirin ku di warên aborî û fêrkirinê de gelek peymanên nû werin îzmekirin.

Piştî destpêkirina şerê li Ukraynayê û danîna cezayên welatên Rojavayê, Çîn bû hevparê herî mezin ê aboriya Moskowê.

Çîn rêjeyeke zêde ya petrol û gaza Rûsyayê dikire û Moskow jî ji bo pêdiviyên xwe yên teknolojî û pîşesaziyê piştê xwe dispêre Pekînê.

Ev cara ewil e ku Çîn di nava mehekê de mazûvaniya serokên Rûsya û Amerîkayê dike.

Ev yek nîşana rola navendî ya Pekînê ye di dîplomasiya cîhanî de.

Heta niha her du serok zêdetirî 40 caran li hev civiyane.

Asya Haberleri

ŞERÊ ÎRANÊ - Êrişên li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bûn
Li Washingtonê panelek li pêşeroja Sûriyeyê: Divê Kurd bibin beşek ji çareseriyê
Christoph de Vries: Em hemû kanalên xwe yên diyalogê ji bo Kurdan bi kar tînin
Dewleta Hindistanê huşdarî da welatiyên xwe ku bo kar serdana Îranê nekin
Hevpeymaniya leşkerî, wekî pêdiviyekê