Putin ‘Bawernameya Rûmetê’ da parlamenterê Kurd Zelîmxan Mutsoev

.

 Parlamenterê Kurd ê Dumayê yê Federasyona Rûsyayê Zelîmxan Mutsoev ji aliya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve bi “Bawernameya Rûmetê” hat xelatkirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn, Parlamenterê Dumayê Zelîmxan Mutsoev ji bo tevkariya wî ya ji bo pêşvebirina parlamenterîzmê, çalakiya wî ya qanûnsaziyê ya aktîf û xebata wî ya bi çendîn salan a dirustî xelat kir.

Merasîma xelatdayînê 7ê Çiriya Paşîn li Salona Katerina ya Kremlînê pêk hat.

Alîkarê Yekem ê Serokê Rûsyayê Sergey Kiriyenko xelat da Zelîmxan Mutsoev.

Parlamenterê Kurd Zelîmxan Mutsoev li ser wergirtina xelatê wuha got:

“Min li Kremlînê ji destê Alîkarê Yekem ê Serokê Birêvebiriya Serokatiya Federasyona Rûsyayê Sergey Kiriyenko, Bawernameya Rûmetê ya ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn wergirt.

Ez spasiya serokê dewletê dikim ji bo nirxandina wî ya bilind a xebatên min ên parlamenteriyê.

Her weha spasiya niştecihên Uralê yên li ber dilê min ên ezîz jî dikim  ku çaryek sedsal e ku baweriya xwe bi min anîne ku ez nûnertiya berjewendiyên wan di organa herî bilind a yasadanînê ya li Rûsyayê dikim."

Divê were gotin ku  Putîn, “Xelata Dostaniyê” jî dabû hunermenda Kurd Zarifa Pashaevna Mgoyanê ku wekî "Zara"yê tê naskirin.

Zelîmxan Mutsoyêv kî ye

Zelîmxan Alîkoyêvîç Mutsoyêv 13ê Çiriya Pêşîn a 1959an li bajarê Tiblîsê yê Komara Sovyeta Sosyalîst a Gurcistanê di malbateke Kurd de hatiye dinê.

Zelimxan Mutsoev kesayetekê dewletê û siyasetmedarekî navdar ê Rûsyayê ye.

Ji sala 1999 heta 2021 şeş caran li pey hev li Dumaya Dewletê hatiye hilbijartin.

Îro endamê Fraksiyona Partiya Rûsyaya Yekbûyî ye û endamê Komîteya Karûbarên Navdewletî ya Dumaya Dewletê ye.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin