Projeya “Dengê Jinên Mezopotamyayê” dest pê kir

.

Di vê projeyê de stranên stranbêjên jin ên kurd bên parastin, çapkirin û belavkirin.

Ji bo stran û pêzanînên derbarê zarbêj û dengbêjên jin ên kurd bên parastin, projeya bi navê “Dengê Jinên Mezopotamyayê” dest pê kir. 

Bi vê projeyê tê armanckirin ku pêzanînên li ser jiyan, huner û berhemên jinên ku pêşengîya stranên kurdî kirine bên parastin. Her weha hewldaneke ji bo parastin, çap û belavkirina berhem û arşîvên wan bi awayek rêkûpêk, resen û veguhastinek hemdemî da ku berhemên wan layîqî keda wan di vê serdemê da baştir bê naskirin û berdestkirin. Stran û arşîvên dengî û dîtbarî yên xebata vê projeyê wê bi çap û weşanek dijîtal li ser platformên medyaya civakî, YouTube û malperên têkildarî xebatê bên belav kirin û arşîva nivîskî û dokumanterî jî him çapkirî û him jî dijîtal wê bibe pirtûk.

Projeyê di 9ê Kanûna Paşiyê ya 2024an de bi weşandina plaka Ayşe Şanê dest pê kir ku li bergeke wê “Babê Seyro” û li bergê din “Kirasê Te Melez e” heye. 

Ev xebat di çarçoveya Projeyên Herêmî Beşa 4an de pêk tê ku a CulturCIVIC û Yekîtîya Ewropayê piştgirtî û hevkariya wê dikin. Lêkoler û arşîvkar Zeyneb Yaş serpereştiya karî dike û 

Şenay Kumuz dengan dijîtalîze dike, Gokçe Selîm karên mîxê û masterîngê dike, Bêrîvan Matyar û Zeyneb Yaş tekstan dinivîsîn, Şenay Kumuz bergsaziyê û kar û barên vîdeo art dike. Îhsan Zanyar jî alîkariya teknîkî dide ekîbê.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire