Profesor Cenap Ekîncî serbest hate berdan

.

 Dadgeha Diyarbekirê biryara serbestberdana Profesor Cenap Ekîncî da. Cenap Ekîncî bi îddaya bangeşîkirina terorê bi awayekî girtî dihat darizandin.

Bifişkê Profesor Cenap Ekîncîyê ku di 4ê Berfanbarê de bi îddaya bangeşiya terorê kiriye hatibû girtin di 7ê rêbendanê de derket pêşberî dadgehê. 

Dadgehê biryara xwe da û ragihand, biryara serbestberdana Profesor Cenap Ekîncî hatiye dayîn.  

Profesor Cenap Ekîncî pêştir ji hesabê xwe yê “Xê” derbarê rewşa Rojava de parvekirinek kiribû û ser wê parvekirinê jî lêpirsîn derbarê wî de hatibû vekirin û îfadeya wî hatibû standin û paşê jî hatibû girtin. 

Di vê çarçoveyê de Profesor Cenap Ekîncî îro derket dadgehê û dozgerê dozê daxwaza sizadana Cenap Ekîncî kir, lê dadgehê biryara serbestberdana Cenap Ekîncî da û got Ekîncî bêtawan e.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide