Prigojin: Em gihîştin armanca xwe

.

Serokê Kompaniya Ewlekariya Rusî ya Wagnerê Yevgeny Prigojin ragihand ku serhildana çekdarî ya ku wan hefteya borî li dijî rêveberiya Rusyayê organîze kiribû, gihîşt armanca xwe.

Yevgeniy Prigojin di peyama xwe ya dengî ya ku li ser hesabê xwe yên medyaya civakî parve kir de di derbarê serhildana çekdarî ya meha borî ya li dijî rêveberiya Rusyayê de daxuyanî da.

Prigojin di peyama xwe de diyar kir ku ji her demê zêdetir pêdiviya wan bi piştgiriya gel heye û axaftina xwe bi vî awayî dewam kir:

“Meşa me ya edaletê, li dijî xayinan û komkirina civakê bû armanc. Ez difikirim ku me bi piranî ew bi dest xist. Ez bawer dikim hûn ê di demeke nêzîk de serkeftinên me yên nû li eniyê bibînin." 

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’