Pompe: Li gor qanûnên me divê em Tirkiyeyê ceza bikin

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeoyî diyar kiriye ku li gor qanûnên dewleta wan piştî ku fûzeyên S-400 gihayîn Tirkiyeyê divê welatê wî cezayan bide Tirkiyeyê


Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeoyî diyar kiriye ku li gor qanûnên dewleta wan piştî ku fûzeyên S-400 gihayîn Tirkiyeyê divê welatê wî cezayan bide Tirkiyeyê

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeoyî diyar kiriye ku li gor qanûnên dewleta wan piştî ku fûzeyên S-400 gihayîn Tirkiyeyê divê welatê wî cezayan bide Tirkiyeyê.

Wezîrî diyar kiriye ku li qanûnan eşkere ye ku divê ceza bê dayin lê serokê DYAyê, Donald Trumpî ji bo vê yekê rengê xwe diyar nekiriye.

Duhî serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî diyar kiriye:

“Em bi S-400an xwe ji bo şerekê amade nakin. Em hewil didin aştî û sînorên xwe yên neteweyî bêxin di garantîyê de.”

Wezareta parastinê ya Amerîkayê 6ê Hezîranê bi nameyekê Tirkiye şîyar kiribû ku heke ew fûzeyên S-400 bikirin balafirên F-35 dê ji bo wan neyê firotin.
 Çavkanî: Washington Post, Politico. 
 

Amerîka Haberleri

Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack