Polîtburoya YNKê: Divê hilbijartin di dema xwe de werin lidarxistin

.

Polîtburoya YNKê bi serperiştiya Bafil Celal talebanî civiya û dibêje, “Divê hilbijartin di dema xwe de û bêyî paşdaxisitn werin lidarxistin.”

Îro sêşemê, 19’ê Adarê ya 2024’an, Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan YNKê bi serperiştiya serokê partiyê Bafil Celal Talebanî civiya û di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê, “Amadekariyên dawîn yên YNKê li tevahiya bazneyên Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Helebceyê ji bo hilbijaritnên bêyî yên Parlementoya Herêm Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.”

Polîtburoya YNKê tekez li “Bilez parvekirina mûçeyê” kiriyeweke di daxuyaniyê de bal kişandine ser.

Daxuyaniya Polîtburoyê tekezî li lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dike û dibêje, “Civînê helwesta neguher ya YNKê piştrast kir ku divê hilbijartin di dema xwe de û bêyî paşdaxistin werin lidarxistin. Wek tekane rêya rast û rewa ya nûvekirian pêvajoya siyasî û rewatiya rêveberiyê di welatê me de”.

Bal kişandiye ser wê yekê jî, “Lidarnexistina hilbijartinan di dema xwe bi her hincetekê be paşvegavî ye ji karwana demokrasiyê, tevî ku rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê jî diêxe ber pirsyaran.”

Polîtburoya YNKê dibêje, “Parastina statoya me ji gef û metirsiyê, tenê bi rêya vegerin ji nêrîna komên gel û diyarkirina nûnerên xwe di hilbijartineke paqij yê di cih de dibe, ku ramana tevahiya hêz û aliyan ji bo çareseriya pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Herêm û Bexdayê di nava xwe de rabigre, bi taybet pirsgirêka mûçe û rewşa xelkê.”

Di dawiya daxuyaniyê de behsa wê yekê jî hatiye kirin, “Serpêhatiya zêdetir ji sê dehsalên Kurdistana Azad bi canfedayiya gelê Kurdistanê derketiye holê û divê bi rêya pevguhertina demokratane ya desthilatê were parastin.”

Kurdistan Haberleri

SOHR: HSDê 40 endamên DAIŞê radestî Iraqê kirin
Ji bo derbaskirina krîza Kurdistanê, pêwîst e hilbijartin bên lidarxistin - Arif Qurbanî*
Mesrûr Barzanî ji Hikûmeta Iraqê re: Erkên xwe bicih bînin
ENKS: Sîstema nenavendî wê yekbûna Sûriyê biparêze
Sûriye | Ebû Şeqra yê di lîsteya terorê de bû fermandarê Herêma Cizîrê