Polîsên Rûsî, hêzên Sûriyê û HSDê gereke çavdêriyê pêk anîn

.

Li Rojavayê Kurdistanê, polîsên serbazî yên Rûsya, Artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) gereke hevbeş li ser sînorê Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê encam dan.

Li gorî welatiyên Amûdê û Til Temirê, ew gera çavdêriyê ji navenda Hêzên Rûsî li balefirxaneya Qamişlo destpê kiriye, çûya Amûdê û ji wir jî heta navenda hêzên Rûsî li Til Temirê berdewam kiriye.

Herweha Hêzên Rûsî bi 6 helîkopteran gereke asmanî bi dirêjahiya sînorê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê encam daye, Kobanî û herêma Cizîrê li xwe girtiye.

Dîmen wê gerê ji aliyê temaşevanên Rûdawê ve hatine tomarkirin û şandin.

Ev yek di demekê de ye ku amadekariyên operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê  di rojeva desthilatdariya Tirkiyê de ye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 23ê Gulanê piştî civîna kabîneyê ragihandibû, ji bo temamkirina avakirina herêma ewle ew dê li Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyonekê bikin.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN