Polîsê Îranê êrîşî girseya ‘xwepêşandanên tîbûnê’ kir

.

 Li parêzgeha Esfehan a Îranê li dijî kêmbûna avê xwepêşandanên bi diruşma ‘xwepêşandanên tîbûnê’ têne lidarxistin.

Ev çend roj in, ji ber kêmavîyê bi navê “xwepêşandanên tîbûnê” li parêzgeha Esfehan a Îranê têne lidarxistin.

Malpera El-Erebiye daye xuyakirin ku polîsan ji bo belavkirina xwepêşandêran bombeyên gazê bi kar anîne. Herwiha li ser medya civakî wêneyên kesên di xwepêşandanan de birîndar bûne hatine belavkirin.

Ev hefteyek e li parêzeha Esfehan li dijî ziwabûna çemê Zayandeh Rud û bikaranîna ava çem ji bo pîşesaziyên leşkerî û bazirganiyê yên hikumetê, xwepêşandan têne lidarxistin. Polîsan duh li parêzgehê êriş biribûn ser konên cotkaran û agir pê xistibûn, her wiha nehiştin ku cotkarên li Esfehanê xwepêşandanê dewam bikin.

Hêjayî gotinê ye, hefteya borî jî bi hezaran kes derketin kolanan û li hemberî tîbûnê û ziwabûna berhemên wan xwepêşandan li dar xistibûn.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin