Polîsan Seroka IHDê Eren Keskin jî di nav de nêzîkî 15 kes desteser kirin

.

 Li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê di dema çalakiya Dayikên Şemiyê de polîsan rê neda daxûyaniyê bidin û Seroka Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Eren Keskin jî di nav de nêzîkî 15 kes desteser kirin.

Îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an Seroka Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Eren Keskin li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir, dema xwestine li Qada Galatasarayê ya Stenbolê li ser navê Dayikên Şemiyê daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin û niha tên desteserkirin.

Weke her heftê, dayikên Şemiyê di çarçoveya 941emîn hefteya çalakiya xwe de xwestin ji Kolana Îstîklalê biçin Qada Galatasarayê. Lê ligel ku Dadgeha Destûrê ya Bingehîn a Tirkiyê (AYM) derbarê çalakiyên wan de biryara “binpêkirina maf” daye jî, polîsan careke din Dayikên Şemiyê dorpêç kirin û nehiştin daxuyaniya xwe bidin û di encamê de hejmarek Dayikên Şemiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û Seroka IHDê Eren Keskin jî di nav de bi giştî nêzîka 15 kesan ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’